AccueilCultureBangawazîyê Kurd'Inalco, kovara xwendekarên kurd ên li Parîsê

Bangawazîyê Kurd’Inalco, kovara xwendekarên kurd ên li Parîsê

PARÎS – Wekî ku hûn dizanin, em xwendekarên Kurdolojiyê ya zanîngeha INALCO’yê, me kovara bi navê Kurd’Înalco’yê çap kir. Hêjmara yekem di Bihara 2019an hat çapikirin. Em nuha xwe amade dikine ji bo çapkirina hêjmara duyem ku dê di dawiya Payizê de were çapkirin. Lewre, em li benda tevlîbûna we ne. Hûn dikarin li ser van mijaran binivîsînin :
-Wêje û Ziman : Nivîsên di derheqê ziman û wêjeyê de, herwuha çîrok, berhevkarî û metelok dê di vê beşê de werin çap kirin.

-Çand û Huner : Em ê behsa çand, muzîk û hunera Kurdan bikin.
-Zanistên Civakî : Di vê beşê de em ê gotarên li ser dîrok, sosyolojî, erdnigarî, aborî û hwd çap bibin.
-Kurte-Nuçe : Di vê beşê de em ê, bi kurtasî, behsa wan bûyerên çandî bikin ku li Parîsê qewimîne.
-Teknolojî : Em ê behsa pêşketinên teknolojîk bikin.
-Karîkatur : Em ê karîkaturên pêkenokî têxin vê beşê.

Hûn dikarin li ser tiştê ku hûn pispor in, ji me re gotaran binivîsînin.

Ji kerema xwe re, gotarên xwe heta 25/09/2019ê ji me re bişînin,

Êmêla me : kovarakurdinalco@gmail.com

Kurd’Înalco